Pisporê çêkirina bombeyan ê DAIŞê hate kuştin
Di nava malekê de hat kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Pisporê çêkirina bombeyan ê rêxistina DAIŞê Ebo Meriyam El-Humsî li gel sê alîkarên xwe li bajarê Mûsilê hatin kuştin.
Li gor jêderên navxweyî li bajarê Mûsilê ragehandibîn ku, pisporê çêkirina bombeyan ê rêxistina DAIŞê Ebo Meriyam El-Humsî li gel sê alîkarên xwe li nav malekê de ji encama teqînekê hatin kuştin.
Heman jêderî da zanîn ku, teqên ji encama bermîlekê tije madeta C4 bû.
Kuştina wî pisporê DAIŞê di demekê de hat ku, Artêşa Iraqê di 17ê vê mehê de Operaasyona rizgarkirina Mûsilê destpêkiriye, Hêzên Pêşmerge jî ji sê aliyan ve beşdrî operasyonê bûne.