Li bajarê Çêwlikê şahî û dawetên li kolanan hate qedexe kirin

Herwiha welatî ger bixwazin şahî û dawetên xwe li salonan pêk bînin jî pêwîst e ji Şaredarî û Rêvebergeha Ewlekariyê destûrê bistînin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Çêwlikê şahî û dawetên li kolanan pêk tên hate qedexe kirin.

Parêzgeriya Çêwlikê di daxûyaniyeka nivîskî de ragihand ku, di 20ê Tebaxê de li bajarê Dîlokê di encama êrîşeke DAÎŞê ya li dijî dawtekî de gelek welatî canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Ev bûyer bûye sedem ku, bergiriyên ewlekariyê were standin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Çêwlikê dawetên ku,li kolanan tê kirin ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan hatine qedexe kirin.

Parêzgerî da zanîn ku, ji vê mijarê Şaredarî û Rêvebergeha Ewlekariyê berpirse.  Herwiha  welatî ger bixwazin şahî û dawetên xwe li salonan pêk bînin jî pêwîst e ji Şaredarî û Rêvebergeha Ewlekariyê destûrê bistînin.