Li Tirkiyê rêveberên 59 bajaran hatin guhertin

59 bajaran rêberiyên wan hatin guhertin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê birêveberên ewlekarî yên 59 bajaran hatin guhertin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, bi biryarnameyek, Birêveberên Ewlekarî yên 59 bajaran guhertin.

Biryarnameya Wezaretê di rojnameya fermî de hat weşandin. Li gor vê birêveberên ewlekarî yên 34 bajaran ji erkê hatin girtin û şûna 25 birêveberan jî hat guhertin.

Bi biryarnameyê, birêveberên piraniya bajarên bakurê Kurdistanê hatin guhertin.