Serdozgeriya Diyarbekirê sedema girtina hevserokên HDP aşkere kir
Serdozgeriya Diyarbekirê, ji bo binçavkirina Kişanak amaje kir ku, ji bo cenazeyên endamên PKK'ê maşînên fermî yên şaredariyê kirine xizmeta rêxistinê.
K24-Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Diyarbekirê, sedema binçavkirina hevserokên Şaredariya Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli aşkera kir. Serdozgeriyê amaje kir ku, hevserokan ji bo cenazeyên PKKê derfetên şaredariyê bi kar anîne û
bi awayekî aşkera tevlî çalakiyên rêxistinê bûne.
Duh bişev, saet derdora 10:00'an, hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Diyarbekirê, ji bo binçavkirina Kişanak amaje kir ku, ji bo cenazeyên endamên PKK'ê maşînên fermî yên şaredariyê kirine xizmeta rêxistinê. Sedema binçavkirina Anli jî bi bikaranîna amûrên şaredariyê ya ji bo çêkirin û parastina goristana PKKê nîşan da. Li gorî agahiyên ji parêzerên şaredariyê hatine girtin, Firat Anli ji aliyê leşkeran ve hatiye
binçavkirin û lêgerîna mala wî jî lêgerîna meqama wî ya şaredariyê jî ji aliyê leşkeran ve hatiye kirin.