Înternet li bakurê Kurdistanê hat qut kirin
Derbarê qutkirina xetên înertnetê de heta niha ti agahî nehatin belav kirin.
K24-Navenda Nûçeya
Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê xetên înternetê hatin qutkirin.
Li bajarên bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekir, Sêrt, Batman, Merdin, Dêrsim, Elezîz, Dîlok, Riha, Kilîs û Semsûrê xetên înternetê hatin qutkirin. Derbarê qutkirina xetên înertnetê de heta niha ti agahî nehatin belav kirin.
Lêbelê di 11ê îlonê de jî hikûmeta Tirkiyê dema dest danîbû ser 24 şaredariyên bakurê Kurdistanê xetên înternetê hatibûn qut kirin.
Duh şev jî hevşaredarên Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin û li rêvebergeha ewlekariyê lêpirsîna wan tê kirin. HDP piştî binçavkirina Hevşaredarên Diyarbekirê banga çalakiyên bênavber kir. Li bajarê Diyarbekirê navbera welatî û polîsan de alozî berdewam dikin.