Hevalbenên Esed hişdariyê didin Tirkiyê
Berî niha Artêşa Sûriyê ragehandibû ku, eger çi firokeyên Artêşa Tirkiyê sînorê esmanî yê welatê wê derbas bike ewê bikin armanc û bersiva wê bidin.
K24-Navenda Nûçeyan
Hêzên hevalbendên Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed hişdariyê didin Artêşa Tirkiyê ku, nêzîkî Helebê nebin.
Derbarê vê yekê Hêzên hevalbendên Hikumeta Sûriyê daxuyaniyek belav kirin, tê de hişdarî dane Tirkiyê ku, nêzîkî bakurê û rojavayê Helebê nebe.
Berî niha Artêşa Sûriyê ragehandibû ku, eger çi firokeyên Artêşa Tirkiyê sînorê esmanî yê welatê wê derbas bike ewê bikin armanc û bersiva wê bidin.
Şeva borî firokeyên Rejîma Sûriyê Hêzên Mertala Firat û Artêşa Azad a Sûriyê bi bombebarankiribûn,di encama bomberandinê de 2 endamên Arteşa Azad canê xwe ji dest dane 5 jî birîndar bûne.