Balûken: Girtina Hevşaredarên me li dijî viyan û nasnameya Kurdan e
Da zanîn ku, ewê li dijî siyasetên Tirkiyê rawestin.
K24-Navenda Nûçeyan
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Îdrîs Balûken ragehand ku, binçavkirina Hevşaredarên Diyarbekirê nîşaniya derbeyê ye û êrîşek li dijî viyana welatiyên Kurd û nasnameya wan.
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP)ê Îdrîs Balûkên derbarê girtina her du hevşaredarên Diyarbekrê di gongiriyeke rojnamevanî de ku, girtina wan êrîşeke li dijî viyana welatiyan e, herwiha li dijî rumet û nasnameya gelê Kurd e.
Balukên da zanîn ku, siyaseta demokratîk bi faşîzmek mezin re rû bi rû maye. Lêbelê ew ê bi berxwedanek xûrt siyaseta zordest vala dêrxin.