Li Diyarbekirê bi dehan kes tên biçavkirin
Polîsa Diyarbekirê bi dehan kes biçav dike û hêla “Enternet” jî dibire, piştî ku li ser daxwaza HDPê hejmarek kes li pêş avahiya Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê kom bûbûn û nerazîbûn derbarê binçavkirina Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli.
K24 – Navenda Nûçeyan

Parlmentera berê ya Cewlikê Ayla Akat û Sekreterê Giştî ya Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê ligel 25 kesên din ve, ji aliyê polîsan ve hatin girtin.
Polîsan bi gaza rondikrêj hewl dan ku xwepêşandaran belav bikin, piştre pevçûn û alozî di navbera polîs û xwepêşandaran de derket.
15 rêxistinên civaka sivîl û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, binçavkirina Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli rewşeke sextetir derxistiye hole û siyaseta sivîl lawaz dike û dibe sedema kûrkirina kêşeyan.
Ji aliyekî din ve, Nûnera Siyaseta Ewlekarî ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogherînî û Endamê Desteya Gotubêjên Firehbûna Ewropayê Johannes Hahn, derbarê binçavkirina hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anlî de nîgeraniya xwe derbirîn, ku di 15 mehên dawiyê de tundûtûjî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ranewestiye. Herwiha ew çaverê dikin ku, Tirkiye li gor serdestiya hiquqê, rêzgirtina mafên bingehîn yên azadiyê û hemû rêkeftinan tev bigere.
Şeva borî her du Hevserokên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê Gûltan Kişanak û Firat Anli ji aliyê Polîsên Tirkiyê hatin binçavkirin. Kişanak li firokxaneya Diyarbekirê û Anli jî li mala xwe hatibûn binçavkirin.