Votel: DAIŞ zêdetir otombîlên bombebarkirî bikar tîne

Fermandarê fermandeya navendî ya artêşa Amrîkayê Joseph Votel di serdaneke neçaverêkirî de serdana leşkerên Amerîkî li bingeha leşkerî ya Geyare li başûrê Mûsilê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê fermandeya navendî ya artêşa Amrîkayê Joseph Votel di serdaneke neçaverêkirî de serdana leşkerên Amerîkî li bingeha leşkerî ya Geyare li başûrê Mûsilê dike.

Li gor zanyariyan, Joseph Votel li binkeya Geyara digel şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî civiya û ragihand, binkeya Geyare roleke wê ya giring di operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de heye.

lê Votel ew yek veneşart ku, dibe di pêşerojê de û digel nêzîkbûna hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, DAIŞ bergîryeke xurt ji bajarê Mûsilê bike.

Votel aşkere kir jî, ku tê çaverêkirin DAIŞ penayê bibe ber otombîlên bombebarkirî yên zêdetir, di dema hejmara çekdarên wê kêm bibe.

Operesyona rizgarkirina Mûsilê, bi dehan hezar leşker ji aliyê başûr, rojhilat û bakurê rojhilat ve di pêşveçûnê de ne. îro jî her du bajarokên Hemdaniye û Bertele li rojhilatê Mûsilê Kontrol kirin.