Li Diyarbekir û Çêwlikê 3 leşker hatin kuştin

Li bajarê Diyarbekir û Çêwlikê 3 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Diyarbekir û Çêwlikê 3 leşker hatin kuştin 2 leşker jî birîndar bûn.

Îro piştî nîvro li bajarê Diyarbekirê navçeya Hênê gundê Aşagi Turalê di encama teqandina bombeya ku li ser rê hatibû bicihkirin 2 leşker canê xwe ji dest dan, 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Leşkerên birîndar bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

Herwiha ji alîkî din ve li bajarê Çêwlikê navçeya Gêxiyê nêzikê devera Kizilmescîtê bombeya ku li ser rê hatibû danîn, di dema wesaîta zirxpoş a leşkerî derbas dibû, ji dûr ve hate teqandin. Di encamê de leşkerek hate kuştin.

Piştî her du bûyeran hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê dest bi operasyoneka berfireh kirin.