Derbarê Demîrtaş de lêpirsîn hat destpê kirin
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê daxuyaniyên îro yên Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş de lêpirsîn da destpê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê derbarê daxuyaniyên îro yên Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş de lêpirsîn da destpê kirin.
Di vê derbarê de serdozgeriya Komarê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji ber daxuyaniyên îro yên parlamenterê HDPê Selahedîn Demîrtaş yên gel li hemberî yasayan tehrîk kirin, biçûkirina organên darêzê yên Komara Tirkiyê, heqareta li hemberî Serokomar û pesnê terorê dayîn de lêpirsîn daye destpê kirin.
Demîrtaş îro di mîtînga li dijî girtina Hevşaredarên Şaredariya Diyarbekirê de wiha gotibû: “Mafê ti kesê nîne li beramberê yasayên dadwerane sûc bike. Divê Serokomar, heger şaredar yan ji parlamenter be. Lê divê dadgeh bêalî, serbixwe û dadwerane be. Wê demê emê bi dilekî rehetî biçin îfadeya xwe bidin. Li holê hiqûq nehîştine. Dozger bûne komîsyonên hiqûqê yên AKPê û em naçin îfade nadin dozgerên AKP'ê.”