Wezîrên Derve yên Sûriyê, Îran û Rûsyayê dicivin
Rewşa Sûriyê bi giştî û ya bajarê Helebê bi taybetî gotûbêj dikin.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Rûsyayê ragehand ku, Wezîrên Derve yên Sûriyê û Îranê li Moskoyê dê ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê derbarê kirîza Sûriyê de bicivin.
Li gor Wezareta Derve ya Rûsyayê biriyare îro, wezîrê Derve yê Sûriyê Weîl Mûelim. Wezîrê Derve yê Îranê Mihmed Cewad Zerîf li Moskoyê li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sirgy Laverov civînekê pêkbînin.
Di dicîvê de Wezîrên her sê welatan rewşa Siyasî, leşkerî û mirovî ya Sûriyê gotûbêj bikin, taybet jî rewşa bajarê Helebê.
Herwiha li gor Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Dîmitrî Pîsgov di pilana Serokê Rûsyayê de nîne ligel Zerîf û Mûlim bicive.