Li Colemêrgê amadekariyên zivistanê tên kirin
Xebatkarê çêkerê sobeyan jî Zubeyîr Tekçe dibêje, karê wan kerekî zehmet e
K24-Colemêrg
Li Colemêrgê hêdî hêdî bandora zivistanê xwe dide nîşan. Li nava sûkên Colemêrgê ew amadekariyên walatiyan ya ji bo şert û mercên giran yên zivistanê jî dike ku lez û beziyek di warê çêkirina sobeyan de peyda bibe.
Bi daketina asta germa hewayê welatiyên Colemêrgî jî dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê kirin. Bajarê ku cemida hewayê lê di asta kêmek de ye 6 mehan di binê berfê de dibîne. Ew xaniyên ku lê qarolîfer nînin jî malî zêdetir sobeyên komir an jî êzingan bikar tînin.
Suka çêkerên sobeyan ya ku li ser kolana bajêr ya bi navê Kayacan cih digire, di mehên havînî de her çiqas ne xwedî liv û lebatekê be jî, bi nêzîkbûna zivistanê re lez û beziyek xwe lê digire. Welatî wek her sal, îsal jî sobeyên ji sacê çêtir dibîne, hilberîner jî ji bo bicihanîna sparîşan wexê xebata xwe du caran lê zêde kiriye.
Mewlût Tekçeyê ku hostetiya pîşeya çêkirina sobeyan ji bavê xwe wergirtiye, ev 15 sal in hilberîneriya sobeyan dike. Ew dibêje debara li bajêr gelekî zahmet e, loma heta ji destê wan tê ew sobeyan bi erzanî difroşin welatiyan.
Çêkerê Sobeyan Mevlut Tekçe wiha got:"Li Colemêrgê çile tam 8 mehan berdewam dike. Li vir jiyan zor zahmet e. Em ji bo gelê xwe kar dikin. Her cûre sobeyên me hene. Bûhayê sobeyên me jî diyar in. Ji 50î lîreyân dest pê dike heta 300 lîreyî diçe. Gelê me feqîr e. Yê ku nikarin di xaniyên qalorîferan de rûnin tên li gorî qeweta xwe sobeyan dikirin."
Welatiyê bi navê Ahmet Saygi jî behsa jiyana li bajêr ku di şer û mercên zor dijwar de pêşwazî li mehên zivistanê tê kirin dike û giliyê xwe ji bûhayên sobeyan tîne zimên û dibêje; berî niha bi 2 salan ew sobeyên ku bi 400 lîreyê Tirkan distandin niha bûne 800 lîre.
"Em komirê jî êzingan jÎ dişewitînin. Min sala par tona kimir bi 730 lîreyê Tirkan standibû, îsal jî bi 820 lîreyî tê firotin. Zivistana Colemêrgê naşibe zivistana cihê din. 6 meha bê navber divê agir hebe di xênî de. Îşê me ji qeweta me piçekî zêde ye, ne li halê me ye, dahata me jî nîn e, hema Xwedê diqedîne, maeş jî nîn e, hew ji destê me jî tê ku em bixebitin."
Ji ber bûhayan û zivistana reş welatiyên ku diçin suka çêkerên sobeyan li xwe heyirî dimînin. Dibêjin kiriya xaniyên bi qarolîfer 800 lîreyî ye, yê bê qerolîfer jî 400 lîre. Ne dikarin li xaniyekî bi qarolîfer rûnin ne jî dikarin sobeyek li gor dilê xwe bistînin. Xebatkarê çêkerê sobeyan jî Zubeyîr Tekçe dibêje, karê wan kerekî zehmet e, ew her sobeyêkê ji 20 parçeyên ji hev cihê bihev ve dikin û sobeyekê çêdikin. Tekçe dibêje, mixabin ew jî dizanin ku rewşa Colemergiyan nebaş e, lê ew jî di vê dema zor de heqê keda xwêdana xwe dernaxin.