NY:Girtina Hevşaredarên Diyarbekrê şermezar kir

Ji destpêkirina operasyonên li Bakûrê Kurdistanê ve, Enqereyê destûr nedaye Komîseriya Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî serdana wan herêman bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Berdevka komîsyona bilind a Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî diyar kir ku, ew bi binçavkirina hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli gelek dilgiran in. Shamdasanî anî ziman ku divê Tirkiyê li hemberî yasayan rêzdar be û li gor yasayan tevbigere.

Derbarê vê yekê Berdevka komîsyona bilind a Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî di daxuyaniyeke nivîskî de lîstiyeke hişyariyê ku, navê Tirkiye, Iraq û Kenyayê di nav de ye belav kir.

hamdasanî ragihand ku, binçavkirina Kişanak û Anli, parçeyek ji girtina nûnerên ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilat (Bakûrê Kurdistanê) rûdidine.

Ravîna Shamdasanî ji ber rewşa awarte ya li Tirkiyê dilgiraniya xwe anî ziman û wiha got, nivîsîngeha Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî ji dûr jî be vê rewşê dişopîne û bûyerên rojane rûdidin belav dike.

Ji destpêkirina operasyonên li Bakûrê Kurdistanê ve, Enqereyê destûr nedaye Komîseriya Mafê Mirov ya Neteweyên Yekbûyî serdana wan herêman bike.