Li Amûdê mala Êzdiyan kongreya xwe ya siyemîn lidarxist
Mala Êzdiyan li kantona Cezîrê di sala 2012an de hatiye damezirandin
K24-Amûdê
Bi beşdarbûna hejmarek ji nûnerên partiyan, saziyên civaka sivîl û kesayetên olî li herêma Cezîrê, li bajarê Amûdê kongreya 3mîn a mala Êzdiyên kantona Cezîrê hate lidarxistin.
Kongir bi duruşma (ji êşa qirkirinê ber bi hêviya azadiyê ve) birêve çû, nûnerên beşdar di axaftinên xwe de serpêhatiyên Êzdiyan bi bîr anîn nemaze li Şingalê ku ta niha bi sedan Êzdî di zindanên rêxistina DAIŞê de ne, herwiha tekezî li ser wê yekê jî kirin ku pêwîste Êzdî li her deverên cuda yekrêzbin da ku, xwe ji gefên terorê biparêzin û li ser xaka xwe bijîn.
Mala Êzdiyan li kantona Cezîrê yek ji sazî û dezgehên Êzdiyane li deverê, ji ber tunebûna lêvegereke olî ji Êzdiyan re tu têkilî yan jî hevrêziyeke xurt di navbera van saziyan de tuneye.
Berpirsên mala Êzdiyan didin zanîn jî ku, ew dê hewildanên xwe bikin da ku ev kongr bi biryarên erênî derkeve û bibe bingehek ji avakirina lêvegerekê bo Êzdiyan li seranserî Cîhanê, herwiha deriyê têkiliyan bi her aliyekî re vekin û sînoran ji êşa Êzdiyan re deynin.
Mala Êzdiyan li kantona Cezîrê di sala 2012an de hatiye damezirandin, di karê xwede li ser rewşa Êzdiyên deverê radiweste mîna parastin û birêvebirina malûmilkên wan, nemaze yên koçber bûne.
Di sala 2014ê de nûnerên mala Êzdiyan tevlî encûmena zagonsaz a kantona Cezîrê bûne, û di riya wê re karûbarên Êzdiyên deverê birêve dibin.
Herwiha li herêma Cezîrê meclisa Êzdiyan jî heye ku mîna saziyekê li ser karûbarê Êzdiyan kardike, ji bilî hin saziyên ku li bajarê Efrînê cih digrin, û her saziyek jî bi awayekî serbixwe û bê hevrêzî kar dike û ev yek dibe kêşeya herî mezin li pêş avakirina lêvegereke giştî ji Êzdiyên rojavayê Kurdistanê re.