Kerry û Çavûşoglu egera êrîşeke DAIŞê gotûbêj dikin
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu digel Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kerry re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu digel Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê John Kerry re bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîn.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk ên Wezaretê di vê hevdînê de mijara biryara terikandina xebatkarên Kunsulxaneya Amrîkayê ya Stenbolê hatiye nirxandin û di heman çarçoveyê de ew egera êrîşeke DAIŞê ya li dijî welatiyên Amerîkayê jî hatiye rojevê.
Ev du roj in ku Amrîkayê bi navbeykariya peyamên telefonê welatiyên xwe û kunsul û balyozaxenyên xwe yên li Tirkiyê derbarê êrîşeke DAÎŞê de hişyar dike.
Li gorî agahiyan ev agahiya îstixbaratî ya di destê Amerîkayê de bi Tirkiyê re jî hatiye parvekirin.