Gultan Kişanak û Firat Anli kî ne?

Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli, tevî Berdevka Kongreya Jina Azad (KJA) Ayla Akat Ata, şeva bihurî ji hêla Dadgeha Nobedar ya Diyarbekirê ve hatin girtin. Parêzerê hevşaredaran Mihemed Emin da xuyakirin, medya AK Partî beriya biryara girtinê dizanî li kîjan zîndanê werin danîn, lê ew hê jî nizanin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli, tevî Berdevka Kongreya Jina Azad (KJA) Ayla Akat Ata, şeva bihurî ji hêla Dadgeha Nobedar ya Diyarbekirê ve hatin girtin. Parêzerê hevşaredaran Mihemed Emin da xuyakirin, medya AK Partî beriya biryara girtinê dizanî li kîjan zîndanê werin danîn, lê ew hê jî nizanin.

Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli beriya 6 rojan, bi tometa endamtiya PKKê hatin binçavkirin. Parlamentera berê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî di çalakiya şermezarkirina hevşaredaran de hat binçavkirin.

Kişanak, Anli û Ata şeva din derketin pêşberî Dadgeha Sulh ya Nobedar û bi tometa endamtiya rêxistina terorê li Diyarbekirê hatin girtin.

Parlamenterên HDP, CHP û Navenda HDP li ser Twitterê nerazîbûnên tund nîşan dan û dan xuyakirin, girtina wan siyasî ye û derbe li vîna gel xistine.

Parêzerê Gultan Kişanak û Firat Anlî, Mihemed Emîn Aktar got: "Di bin van rastiyan de çaverêkirina serbest berdana wan nabe. Derbarê karê şaredariyê de pirsek li wan nehatiye kirin. Ev biryara dadgehê nîne. Rakirina terman erkê şaredariyê ye, lê bi rakirina terman tên tometbarkirin. Armanc ev e ku li şûna wan qeyûm bên erkdarkirin."

Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş jî ragehand, "Cihê van pêkanînan di hiqûqê de nîne û sepandina bêrûmetî ye. 5 roj yek pirs ji wan nehatiye kirin û di binçavan de hîştine. Mesele ne Kişanak ne jî Anlî ye. Berdêla vê çibe dê berxwe bidin."

Konseya Ewropa û Parlamentoya Ewropayê derbarê binçavkirin û girtinê de banga dadwerî li Tirkiyê kirin. Aliyên kurd di vê qenaetê de ne, AK Partî şaredariyên ku nekariye bi hilbijartinê dest bixe bi darê zorê dest dixe û qeyûman erkdar dike. Eger şûna wan jî qeyûm were erkdarkirin, tê çaverêkirin ku alozî zêdetir bibe.

Hevşaredarên Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anlî kî ne?

Gultan Kişanak:

  • 1961, li Xarpûtê ji dayîk bû. Malbata wê ji Dêrsimê ye. Xêzandar e û dayika zarokekî ye.
  • 1978, Zanîngeha Dîcle Beşa Mamostatiya Tirkî xwend.
  • 1980, Derbeya 12'ê Îlonê de hat girtin. 2 sal di girtîgehê de ma, îşkence lê hat kirin.
  • 1987, Zanîngeha Ege Beşa Ragehandinê qedand.
  • 1991, Birêvebertiya Rojnameyên Yenî Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulke kir.
  • 1997, di nav rêxistinên jinan de cih girt.
  • 2007, ji Partiya Civaka Demokratîk (DTP) bû parlamenterê Diyarbekirê.
  • 2009, tevî Selahedîn Demîrtaş bû Hevseroka Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasî (BDP)
  • 2011, ji ber Partîya Aştî û Demokrasî (BDP) ve bû parlamentera Sêrtê.
  • 2014, ji ber BDPê ve wek Hevşaredara Barjarê Mezin ya Diyarbekirê hat bijartin.
  • 10.2016, tevî Firat Anli hat binçavkirin.
  • 10.2016, bi tometa endamtiya PKK hat girtin.

Firat Anli:

  • 1971, li Diyarbekirê ji dayîk bû. Xendinên seretayî, navîn û amedeyî li Diyarbekirê temam kirin. Xêzandar e û bavê Payîz û Peyman Gulmîr e.
  • 1992, Zanîngeha Dîcle beşa Hiqûqê qedand. Ser rejîma partiyên siyasî perwerdeya lîsansa bilind girt.
  • 1994, bû Serokê şaxa Diyarbekir yê HADEP'ê.
  • 1995, hat girtin û salekê di zindanê de ma.
  • 1996, careke din hat girtin.
  • 2003 – 2004, Serokatiya Şaxa Diyarbekirê ya DEHAP'ê kir.
  • 2004, bû Şaredarê Yenîşehîr ya Diyarbekirê.
  • 2009, bû Serokê Şaxa Diyarbekir yê Partiya Civaka Demokratîk (DTP)
  • 2009, di operasyonên dijî KCKê de hat girtin. 40 meh di girtîxaneyê de ma.
  • 2014, bû Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Diyarbekirê.
  • 10.2016, tevî Gultan Kişanak hat girtin.