Tirkiyê hêla sor derbas kir
Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz dibêje, Tirkiye “Hêla sor” derbas kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz dibêje, Tirkiye “Hêla sor” derbas kir.
Schulz derbarê operasyona li ser rojnameya Cumhuriyetê ji hesaba xwe ya Twittirê nerazîbûn nîşan da. Schulz da zanîn ku, operayona li dijî rojnameya Cumhuriyetê biryarek siyasî ye û azadiya axaftinê xeta wan a sor e. Tirkiye bi binçavkirina Murat Sabuncu û karmendên din yên rojnameya Cumhuriyetê careke din hêla sor derbas kiriye.
Schulz got, Cumhuriyet ne tenê rojnameyeke serbixwe ye, herwiha saziya herî sekûler a Tirkiyê ye û dezgeha komarê ye.
Serokê Parlementoya Ewropayê rexne li hikûmeta Tirkiyê girt û ragihand, gûftûgoya li ser cezaya sêdarkirinê û girtina şaredaran nîşan dide ku, hikûmeta Tirkiyê ne bi dûv yekgirtî ye, bi dûv dijberiyê ye.