Amerîka binpêkirina ragehandina azad li Tirkiyê şermezar dike
Di heman demê de Kerby piştevaniya welatê xwe ji dadgehkirina berpirsên hewla kudetaya li Tirkiyê hatî kirin nîşan da.
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî girtina berpirsê rojnameya Cumhuriyet û çend rojnamevanên din Wezareta Derve ya Amerîkayê binpêkirina alavên ragehandinê ji aliyê Tirkiyê ve şermezarkir.
Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby di kongiryeke rojnamevanî de ragehand ku, welatî wî bi metrisî li rewşa ragehandina opozîsyonê û binpêkirina wê ji aliyê Tirkiyê dinere.
Kerby di daxuyaniya xwe de amaje bi girtina berpirsê rojnameya Cumhuriyet û çedn rojnamevanên din kir.Herwiha girtina dezgehên ragehandinê, nivîskar û rojnamevanan şermezar kir.
Di heman demê de Kerby piştevaniya welatê xwe ji dadgehkirina berpirsên hewla kudetaya li Tirkiyê hatî kirin nîşan da.