Ebadî: Li Mûsilê “Serê mar” dibirin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di konferanseke rojnamegerî de ragihand, hewl didin bi kêmtirîn ziyan Mûsil rizgar bikin, ku li gor hinekan rizgarkirina Mûsilê xewn e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di konferanseke rojnamegerî de ragihand, hewl didin bi kêmtirîn ziyan Mûsil rizgar bikin, ku li gor hinekan rizgarkirina Mûsilê xewn e.
Ebadî derbarê metirsiya artêşa Tirkiyê li nava xaka Iraqê de hişyarî da û ragihand, heta niha metirsiyên wê hêzê li ser welat hene û dagîrkirineke leşkerî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, dê Tirkiyê berve têkçûnê ve bibe.
Herwiha Ebadî red kir ku, ti navbênkariyek jî ji aliyê Îranê di vê derbarê de hebe.
Ebadî got: “Iraq şer bi Tirkiyê re naxwaze, lê heger wan xwast, em amade ne.”
Ebadî wek bersivekê da Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan derbarê bajarokê Tileferê de, ku Erdogan ragihandibû, ew metisîdar in ku Heşda Şeibî ya Şî'î tolê ji Tirkmenên Sune vede. Ebadî got: “Em ji kesên din pêdegir in li ser Tileferê.”
Erkê kontrolkirina Tileferê ku bi Heşda Şeibî hatiye pesartin, ku piraniya xelkê wê Tirkmenên Şîe ne û beşek jî Sune ne.
Ebadî got jî, heger Tirkiyê derbasî nava bajarokê Tileferê bibe, ewê wek dijmenekî damûstandinê pê re bikin.
Herwiha Ebadî li ser operesyona rizgarkirina Mûsilê diyar kir, ew dixwazin bi kêmtirîn ziyan Mûsilê rizgar bikin ragihand, DAIŞê li pêş hêzên Iraqî têk diçe. Herwiha ew dixwazin “Serê mar” bibirin.