Amerîka:Di Operasyona Reqayê de hevkariyê ligel Esed nakin
Ti rola Esed di pêşeroja Sûriyê de nîne.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby ragehand ku, welatê wî di Operasyona bajarê Reqayê hevkariyê ligel rejîma Sûriyê nake.
Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kerby di kongreyekî rojnamevanî de tekez kir ku, ti proje û pilanên wan derbarê havkariya ligel rejîma Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de nînin.
Kerby da zanîn ku, hevkariya wan ligel rejîma Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê ne berî niha hebû û ne jî wê pêşerojê de hebe.
Kerby diyarkir ku, helwesta Amerîka derbarê Sûriyê zelae û nehatiye guhertin ku, di pêşeroja Sûriyê de ti rola Esed wê nebe.
Berî niha Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê ragehandibû ku, Operasyona Reqayê çend heftiyên bê de wê destpêbike.