Alozî di navbeyna Iraq û Tirkiye de germtir dibin
Ji dema destpêkirina Operasyona rizgarkirina Mûsilê alozî zêdetir bûne.
K24-Navenda Nûçeyan
Sewqiyatên berfereh a tank û çekên giran li deverên sînorî bi Başûrê Kurdistanê re, têkiliyên navbeyna Bexda û Enqereyê gelek aloz kirin. Berpirsiyarên yekem ên her du dewletan gefên dijwar hemberî hevûdu dixwin.
Di konferansek rojnamevanî de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî wekî zilamek bêserûber binav kir û wiha got: "Sewqiyata leşkerî li ser sînorê Iraqê bi egera parastina sînorên Tirkiyê ye. Herweha metirsî di nav Iraqê de hemberê berjewendiyên Tirkiye hene. Iraq nekariye metirsiya PKKê ji holê rake û kiryarê Heşda Şeibî li devera Turkmennişîn xeta sor a Tirkiye ye. Tirkiye guh nade gotinên Ebadî û dê li gor berjewedniyên xwe tevbigere.
Ji aliyê xwe ve Ebadî, kiryarên Tirkiye yên vê dawiyê wekî hewldanekEe dagirkirinê binav kir. Got ku: Ger Tirkiye bikeve nav xaka Iraqê de, ewê şerê wan bikin.
Ji dema operasyona Mûsilê û piştî destpêkirina wê, aloziyên di navbeyna Tirkiyê û Iraqê de zêdetir bûne.