Ebadî derbarê Heşda Şeibî û PKKê de biryar da
Berdevkê Encûmena Serokên Eşîrên Tileferê ragihand, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Heyder Ebadî razemendî li ser daxwaza wê encûmenê daye, ku hêzên Heşda Şeibî û PKKê derbasî navçeya Tileferê nebin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Encûmena Serokên Eşîrên Tileferê ragihand, Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Heyder Ebadî razemendî li ser daxwaza wê encûmenê daye, ku hêzên Heşda Şeibî û PKKê derbasî navçeya Tileferê nebin.
Berdevkê Encûmena Serokên Eşîrên Tileferê û parlementerê Iraqê Ezedîn Dewle ragihand, Serokê Eşîreyên Tileferê daxwaz ji Serokwezîr Heyder Ebadî kiribû, ku rê nede hêzên Heşda Şeibî û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku li navçeyên Şingalê ne, di operesyona rizgarkirina Tileferê de beşdar nebin û tenê artêşa Iraqê û dezgehên ewlehiyê yên fermî derbasî wê navçeyê bibin.
Ebadî jî bersiva vê daxwazê da û biryar da, ku ew hêzên Heşda Şeibî û PKKê beşdarî operesyona rizgarkirina Tileferê nebin û derbasî wê navçeyê jî nebin. Herwiha Ebadî ragihand, tenê artêşa Iraqê, polîsa federal û dezgeha Dijeterorê diçin Tileferê. Piştî rizgarkirinê jî, hêzeke hevbeş ji hemû pêkhateyên wê navçeyê tê avakirin, bo parastina wê navçeyê.
Herwiha Dewle ragihand ku, Ebadî gotiye PKK rêxistineke û danûstandinê pê re nake û hatina wan bi ne asayî dizane. Beşdariya PKKê di wê operesyonê de jî metirsî ye, ku Tirkiyê ji wê yekê derfet bibîne û pirsgirêkan çê bike.
Di van rojên dawî de, Serokê Eşîreyên Tileferê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re civiya bû û derbarê rewşa hestiyar a navçeyê de ew daxwaz ji Ebadî kiribû.