Demîrtaş û Yûksekdag hatin binçavkirin

Li gel 9 parlamenterên din ên HDPê .

K24-Navenda Nûçeyan.

Di çarçoveya lêpirsîna endam û berpirsên HDPê de ji aliyê Tirkiyê ve şeva borî bi fermana serdozgeriya Diyarbekerê  Polîsên wî welatî her du Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag li gel 9 perlementerên din yê HDPê hatin binçavkirin.

Derbarê girtina wan Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir tê de girtina wan 11 perlementerên HDP  piştrast kir û got ku, bi fermana serdozgeriya Diyarbekrê hatine binçavkirin.

Perlementerên ku, hatine girtin ji aliyê Polîsln Tirkiyê ve evin: Ferhat Encu, Leyla Birlik, Selma Irmak, Abdullah Zeydan, Selahattin Demirtaş, Idris Baluken, Figen Yüksekdag Şenoglu, Sirri Sureyya Onder, Ziya Pir, Gulser Yildirim û Nursel Aydogan.

Ji aliyê xwe ve Hevserokê HDPê Selahidîn Demîrtaş li ser Tiwîtera xwe wiha nivîsandibû:"Polîsên Tirkiyê li ber dergehê mala min in û di destê wan de biryara girtina mina bi zorê heye."

Herwiha Hevseroka HDPê Fîgen Yüksekdag jî li mala xwe li Enqerê hate binçavkirin.

Berî niha jî Polîsên Tirkiyê her du hevşaredarên Diyarbekerê girtibûn.