Amerîka ji girtina hevserokên HDP dilgiran e
Duh, hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag ligel 9 parlamenterên wê partiyê bi hêceta ku piştevaniya PKKê kirine, hatin girtin.
K24-NavendaNûçeyan
Balyozxaneya Amerîka li Enqerê derbarê girtina Hevserok û Perlamenterên HDPê ragehand ku, ew aciz û dilgiran in.
Derbarê vê yekê Balyozxaneya Amerîka li Enqerê li ser malpera xwe ya Tiwîterê daxuyaniyek belav kir bû, tê de dilgiriyaniya xwe derbarê girtina perlementerên Kurd nîşan dabû.
Ji aliyê xwe ve jî Koşka Spî daxuyaniyek belav kir tê de nerazîbûna xwe derbarê girtina hevserok û perlementarên HDPê anî ziman.
Duh, hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag ligel 9 parlamenterên wê partiyê bi hêceta ku piştevaniya PKKê kirine, hatin girtin.
Girtina wan ji aliyê Tirkiyê ve bû cihê dilgiranî û nerazîbûna gelek welatên cîhanê.