HDP:Operasyona Tirkiyê li dijî wan siyasî ye
Derengiya şeva borî bi ser avahiyên HDP û xaniyên Hevserok û Parlementerên HDPê ve operasyonek hevdemî hate lidarxistin .
K24-Navenda Nûçeyn
Derengiya şeva borî bi ser avahiyên HDP û xaniyên Hevserok û Parlementerên HDPê ve operasyonek hevdemî hate lidarxistin û Hevserokên HDPê digel 10 parlementeran hatin binçavkirin. Berdevkê Partiya Demokratîk ya Gelan Ayhan Bîlgen li parlamentoyê di derbarê vê operasyonê de daxuyaniyek ragihand.
Piştî ku, hevserok û digel 10 parlementerên Partiya Demokratîk ya Gelan hatin binçavkirin, parlementer û rêvebirên HDPê xwestin li avahiya giştî ya navendê daxuyaniyekê bidin çapeniyê.
Lê belê Parêzgariya Enqerê ragehand ku, ew ê destur nedin vê yekê. Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen, parlementer Mîthat Sancar, Osman Baydemîr û Hîşyar Ozsoy li ser biryara Parêzgeha Enqerê li parlementoyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Bîlgen da zanîn ku, ew operasyona ku tê kirin siyasî ye, armanca operasyonê jî ne Partiya Demokratik ya Gelane, parçekirin û kaşkirina Tirkiyê ya ber bi şerê navxeyî ye. Bîlgen bal kişand ser hevdîtina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPê Devlet Bahçelî ku doh li qesra Serokkomariyê pêk hatibû û got, ev girtin û binçavkirin bi bazara yaseya dardekirinê û tasfîyekirina HDPêve girêdayî ye ku ev yek jî di civîna doh de hatiye rojevê.
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen wiha got: ''Em difikirin ev operasyon di hevdîtina navbera Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de hatiye gotubêjkirin û piştre jî operasyonê destpê kir. Berê jî partiyekê di komcivîna xwe de gef li me xwaribû û partiya me reş kiribû. Wê partiyê talîmat dida desthilatdariyê û digot hûn çima parlementerên HDPê nagrin. Tê dîtin ku ev telîmat ji bo Peymana Yaseya Dardekirin û Pergala Serokatiyê di hevdîtina Qesra Serokkomariyê de bi lez û bezî çûye pê.''
Di civîna çapemeniyê de parlementerê HDPê yê Rihayê Osman Baydemîr jî axivî û got çi dibe bila bibe em ê serî li ber vê zordariyê natewînin.
Parlementerê HDPê Osman Baydemîr jî wiha da zanîn û got:''Ji ber ku hevserokên me, parlementerên me û şaredarên me ji sûçên diziyê nehatine girtin, ji sûçên şirîkatiya xwîn û mirinê nehatine girtin serê me bi wan bilind û wîcdana me jî rehet e.''
Parlementerê HDPê Mîthat Sancar jî di civîna çapemeniyê de axivî û got tiştê ku niha rû dide ne yasayî ye û pêvajoya darbeyê tê meşandin. Sancar da zanîn ku di navbera darbeya 15ê Tîrmehê ku darbekaran bombe avêtibûn parlementoyê de û di vê operasyonê de tu cûdahî tune ye.