Di heftiyekê de 90 alîgirên Esed li Helebê hatine kuştin
Herwiha 86 çekdarên Opozîsyona Sûriyê jî di wî şerî de hatine kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bajarê Helebê yê bakurê Sûriyê di encama şerûpevçûnên giran di navbera çekdarên rejîma Sûriyê û Opozîsyona wî welatî de 90 alîgirên rejîmê hatin kuştin.
Derbarê wê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, di encama şerûpevçûnên giran de di navbera çekdarên rejîma Sûriyê û Opozîsyona wî welatî 90 alîgirên rejîmê hatin kuştin.
Rewangehê da zanîn ku, 46 leşkerên Sûriyê, 21 endam û serkirdeyên Hizbulaha Libnanî û 26 çekdarên Îranî li Helebê hatine kuştin. Herwiha 86 çekdarên Opozîsyona Sûriyê jî di wî şerî de hatine kuştin.
Di 28ê meha borî de, çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi armanca vekirina dorpêçkirina rojhelatê bajarê Helebêdest bi operasyona Dastana Heleb a Mezin kirin, di rojhelatê Helebê 250 hezar sivîl dijîn.