Amerîka pêşwaziya operasyona Reqayê kir
Amaje bi piştevaniya welatê xwe ji Hêzên Navxweyî li Iraq û Sûriyê kir.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Aşton Karter pêşwaziya destpêkirina Operasyona Reqayê kir û ragehand ku, ew operasyon ne hêsan e.
Derbarê operasyona Reqayê Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Aşton Karter di kongreyekî rojnamevanî de wiha got:"Ez pêşwaziya Operasyona Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) ve di dorpêçkirina wî bajarî de dikim."
Karter da zanîn ku, dorpêçkirin û rizgarkirin a Reqay; gavên bê ne ya Hevpeymaniya Navdewletî .
Karter amaje bi wê yekê jî kir ku, welatê wî herdem piştevaniya Hêzên navxweyî li Iraq û Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê dikir.