Serkirdeyê DAIŞê Ebo Hemza El-Ensarî hat kuştin

Duh, jî serkirdeyek bi navê Mûhened Ibrahîm hate kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Fermandeyê operasyona Neynewa Necim Cibûrî ragehand ku, di êrîşeka Hevpeymaniya Navdewletî de li Mûsilê serkirdeyê DAIŞê Ebo Hemza El-Ensarî hate kuştin.

Derbarê vê yekê Fermandeyê operasyona Neynewa Necim Cibûrî ragehand ku, di çarçoveya kontirolkirina Mûsilê de Hevpeymaniya Navdewletî di êrîşekê de serkirdeyê DAIŞê bi navê Ebo Hemza El-Ensarî  bi regez Cezairî hate kuştin.

Duh, jî li gor ragehandina şer a Artêşa Iraqê serkirdeyê DAIŞê Mûhened Ibrahîm Eklat ku, bi navê Ebo Aîşe El- Bîlawî naskiriye di êrîşekê de hate kuştin.