Li Heresta Şamê Esed 6 zarokên piçûk kuştin
Ji encama bombebarankirina firokeyên rejîma Esed hatin kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
li navçeya Heresta li Şamê paytexta Sûriyê 6 zarok ji encama bombebarankirina beqçeyê wan ji aliyê firokeyên rejîma Sûriyê ve hatin kuştin.
Derbarê wê yekê Rewanghea Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, 6 zarokên ku, temenê wan kêmî 6 salî bûn, ji encama armanckirina beqçeyê wan ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatin kuştin.
Li gor wêneya Firans Perss belav kirî, wêneyê yek ji wan zarokan li ser textekî li nexweşxaneyeke geroke, tê de lîstik û nîgrkêşiya zarokan li ser dîwarê dibistana wan tê diyarkirin.