400 malbat ji çekdarên DAIŞê rizgarbûn
DAIê ew sivîl weke mertaên mirovî bikartanîn.
K24-Navenda Nûçyan
Polîsên Iraqê ragehandin ku, wan kariye 400 malbatan li derdora bajarê Hemam Elîl ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bikin ku, DAIŞê ew weke mertalên mirovî bikartanîn.
Derbarê rizgarkirina wan malbatan Fermandeyê Polîsên Iraqê ferîq Raîd Şakir ragehand ku, 400 malbat li derdora bajarê Hemam Elîl DAIŞê ew weke mertaên mirovî li bermber êrîşên Artêşa Iraqê bikartanîn rizgarkirin.
Berî niha jî heman fermandeyî derbarê pêşveçûnên Hêzên Artêşa Iraqê ragehandibû ku, tenê bi 5 K.m ji firokexaneya Mûsilê dûrin, herwiha pêşveçûnên wan ber bi navenda bajêr berdewam in.