Toner: Federalîzm û navçeyên xweser li Sûriyê naxwazin

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê dibêje, ew sîstema federalîzm û navçeyên xweser li Sûriyê naxwazin.

K24 – Navçeya Nûçeyan

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê dibêje, ew sîstema federalîzm û navçeyên xweser li Sûriyê naxwazin.

Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê Mark Toner di konferanseke rojnemevanî de raghand, ku Washington sîstemeke federalîzmê li Sûriyê naxwaze û tiştê ku dixwzze ew e, ku Sûriyê welatekî yekgirtî bimîne.

Toner derbarê operasyona Reqayê got, ku hêzên Kurdî wê ji Reqayê vekişin, piştî ku ew bajar were kontrolkirin.

Toner got jî, Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) şervanên Kurd û Ereb li xwe digire û piraniya wan ji rûniştvanên wê deverê ne. Herwiha ew bi hevahengî digel HSD û Tirkiyê derbarê pêşeroja Reqayê piştî rizgarkirinê û pêkanîna destihlatên navxweyî de, em pêşbînî dikin ku hêzên derve wê bêne vekişandin.

Herwiha di heman mijara vekişandina HSDê ji Reqayê de, îro Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim diyar kir ku, ti planeke wan ji bo rêvebirina bajarê Reqayê tune ye.

HSD ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hêza wê ya sereke ye, di roja 6 Mijdarê de operasyona bi navê "Hêrsa Ferêt" ya rizgarkirina Reqayê dest pê kiriye.