Rûsya wê dest bi êrîşên xwe li ser bajarê Helebê bike
Di Îna borî de agirbest bo 10 demijmêran ragehandibû.
K24-Navenda Nûçeyan
Wezareta Bergirî ya Rûsyayê ragehand ku, ew xwe bo bombebarankirina bajarê Helebê li bakurê Sûriyê amade dikin.
Derbarê vê yekê Wezareta Bergirî ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de ragehand ku, di demijmrêrên bê de ewê dest bi bombebarankirina Helebê bikin.
Biryara Rûsyayê di demekê de tê, duh, Kirimlên ragehandibû ku, çekên wan yê esmanî wê li ser rawestandina bombebarankirinê li bajarê Helebê berdewam be eger çekdarên terorî êrîşan nekin.
Rûsya di Îna borî de agirbest bo 10 demijmêran li bajarê Helebê bi armanca derketina welatiyên sivîl ji rojhelatê bajêr ragehandibû.