Bûseyna Şaban:Em amadene hevkariyê ligel Trump re bikin
Berbijêrê Komariyan Donalid Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi serket û bû serokê 45ê yê wî welatî.
K24-Navenda Nûçeyan
Şêwermenda Serokê rejîma Sûriyê Bûseyna Şaban ragehand ku, welatê wê amadeye hevkariyê ligel Serokê amerîkayê yê nû yê hatî hilbijartin Donalid Trump re bike.
Derbarê vê yekê rojnameya El-Weten a Sûrî di nûçeyeke xwe de ragehandibû ku,Şêwermenda Serokê rejîma Sûriyê Bûseyna Şaban amadekariyên xwe ragehandiye ku, hevakiriyê ligel Serokê Amerîkayê nû Donalid Trump re bike, eger siyaste wî li gor Hêviyên Sûriyê be.
Şaban da zanîn ku, Sûriyê pêşbînî dike ku, di serdema Donalid Trump de wê Amerîka beşdariyan wan di şerê li dijî terorê bike.
Berbijêrê Komariyan Donalid Trump di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de bi serket û bû serokê 45ê yê wî welatî.