Serkirdeyekî HSD:Heta niha me 50 gund rizgarkirine
Operasyon berdewam e.
K24-Navenda Nûçeyan
Serkirdeyê bi navê Egîd Kobanî ragehand ku,Hêzên Sûryaya Demokratîk heta niha derdora 50 gund li derdora Reqayê kontrol kirine.
Derbarê kontirolkirina wan gundan Serkirdeyê HSD Egîd Kobanî ji Kurdistan 24 re ragihand ku, heta niha wan di navbera 40 heta 50 gundî li gundewarê Reqayê kontrol kirine.
Kobanî da zanîn ku, ji aliyê Êyn Îsa ve heta niha 30 gund hatne rizgarkirin.
herwiha da aşkere kir ku, Hêzên Sûrya
Demokratîk(HS) ji Êyn Îsa ber bi Reqayê ve 25km kontrol kirine.