Rûsya bo agirbesteke nû li Helebê amade ye
Agirbest bi mercekê ye.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragehand ku, welatê bo ragehandina agirbesteke nû li bajarê Helebê amade ye bi mercê ku, rêxistinên Mirovî alîkariyan derbasî navendên dorpêçkirî bin.
Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê Ceneral Îgor Konaşînkov di daxuyaniyekê de ragehand ku, Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê amade ye agirbesteke nû rabighîne.
Konaşînkov da zanîn ku, şertekî wan di agirbestê de heye ewjî rêxistinên navnetewî alîkariyên mirovî derbasî navçeyên şer yê rojhelatê Helebê bikein û rê bidin birîndaran derkevin.
Wî berpirsê Rûsî çekdarên Opozîsyona Sûriyê bi armnackirina karwanên alîkariyên mirovî tometbar kir.