Artêşa Sûriyê li Helebê taxa El-Esed kontirol kir

Çend xalên pişkinînê jî kontirol kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêzên Artêşa Sûriyê û alîgirên wê ew navçeyên ku, di ji aliyê çekdarên Opozîsyona Sûriyê hatibûn kontirolkirin careke din bidest xistin.

Derbarê wê yekê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirvan daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, Hêzên Artêşa Sûriyê û alîgirên di rojên xwe yê dawî yê  hemû navçeyên ku, di ji aliyê çekdarên Opozîsyona Sûriyê hatibûn kontirolkirin, desthelata wan vegerandin.

Rewangehê da zanîn ku, ji wan navçeyan Taxa El-Esed û her du xalên pişkinînê El-Sore û El-Satir.Herwiha navçeya Mînan û kargeha Kartonan.

Ji 28î meha borî de çekdarên opozîsyona Sûriyê operasyona dastana Heleb a mezin bi armanca vekirina dorpêçkirina li ser rojhelatê Helebê ragehandibû.