Rejîma Sûriyê bo opozîsyonê: Di 24 demijmêran de ji Heleb derkevin

Rejîm dê êrşîşeke mezin bike.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê tenê 24 demijmêran dide çekdarên Opozîsyonê da ku, rojhelatê Helebê bicih bihêlin û derkevin.

Piştî ku, duh, Artêşa Sûriyê hemû navçeyên ku, ketibûn bin destê Opozîsyonê de kontirolkir, huşdarî da çekdarên opozîsyonê û tenê muhleta 24ê demijmêran bi wan da ku,navçeyên  rojhelatê Helebê derkevin.

Ji aliyê xwe ve Endamê Itîlafa opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî ji kenala El-Erebiyê re tekez kir ku, grupên çekdar Helebê bcih nahêlin û wan navçeyan radestî rejîmê nakin.

Herwiha navenda Helen a ragehandinê di vîdyoyekê de ku, ji esmana hateye kişandin, wêraniya firokeyên rejîmê û yên Sûriyê li taxa El-Şear a rojhelatê Helebê kirîn.