Operasyona Mertala Feratê berdewam e

Ji destpêka şer de 202 gund û navçe hatine kontirolkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di 83'yemîn roja operasyona Mertala Feradê de 9 endamên Artêşa Azad yên bi piştevaniya Tirkiyê hatin kuştin û 52 çekdarên Artêşa Azad û 4 efserên tirk jî birîndar bûn.

Artêşa Tirkiyê ragehand ku, operasyona Mertala Feratê ber bi navenda Babê berdewam dike û şeva din balefirên şer gundewarên nêzîkî Babê bombebaran kirin. Di êrişê de 50 baregehên DAIŞ û 6 baregehên YPG bûnca armanca êrişê.

Herwiha ragehand ku, ji destpêka operasyonê ve di 202 gund û navçeyan de bi giştî 202 kîlometre çargoşe xak hatiye kontrolkirin.

Berpirsên dijberaya Sûriyê yên bi piştevaniya Tirkiyê ragehandin, 2 kîlometre nêzîkî Babê bûne û di demeke kurt de wê Babê kontrol bikin.