Erdogan bersiva Yekîtiya Ewropayê dide

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersivek tund da Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz û got divê Yekitiya Ewropayê derbarê Tirkiyeyê de bêyî dereng bimîne, biryara xwe bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersivek tund da Serokê Parlementoya Ewropayê Martîn Schulz û got divê Yekitiya Ewropayê derbarê Tirkiyeyê de bêyî dereng bimîne, biryara xwe bide.

Erdogan diyar kir ku, daxûyaniyên Serokê Parlementoya Ewropayê bêedebî ye. Qedera Tirkiyeyê ne di destê Ewropayê de ye. Tirkiye dê qedera xwe bixwe diyar bike. 53 sal in kesên wekî Martîn Schulz bûne rêgir ku, Tirkiye tevlî Yekitiya Ewropayê bibe.

Erdogan got ew ê heta dawiyê salê sebir bikin ger Tirkiye tevlî nav Yekitiya Ewropayê dê bi armanca danûstandinên digel Yekitiya Ewropayê bidawî bînin, biçin referandrûmê. Bila Yekitiya Ewropayê jî biryara xwe bide û dereng nemîne.

Martîn Schulz duh ragihandibû ku, ger girtina rojnamevan û siyasetmedaran berdewam bike ew ê zextên aborî li Tirkiyeyê bikin. Herwiha ger Tirkiye yasaya sêdarkirinê dêrxe dê pêvajoya endambûna Tirkiyeyê ya ji bo Yekitiya Ewropayê bidawî were.