YE 17 wezîrên Sûrî siza kir

Ew berpirs bi binpêkirina mafê mirovan û tûndiya derheqê sivîlan de tometbarin.

K24-Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewropayê komeke sizayên takekes derheqê 17e wezîrên Sûrî yên ku, bi tûndiyê û binpêkirina mafê mirovan pesend kir.

Derbarê vê yekê  Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyek belav kir, tê tekez kir ku, wan sizayên takekes li ser 17e wezîrên hikumeta Sûriyê pesendkir.

Li gor daxuyaniya YE ew berpirsên Sûrî nikarin çûn û hatinê bikin û dest deynin li ser sadman pereyên wan.

Da zanîn ku, ew kes bi binpêkirina mafê mirovan û tûndiya derheqê sivîlan de tometbarin.