Esed: Emê hevpeymanê ligel Trump bikin Eger şerê terorê bike
Berê niha Trump diyarkiribû ku, ewê şerê terorê bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, eger serokê nû yê Amerîkayê Donalid Trump şerê terorê bike tekez wê hevpeymanê wan be.
Di hevdîtineka xwe de liu gel Telefizyona fermî ya Pirtugalyayê Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed wiha got:"Niha em nikarin behsa siyaseta Trûmp dikin, lê eger û ez dibêjin eger şerê terorê bike emê normal hevpeyamên wî bin."
Esed da zanîn ku, ewê ne tenê ligel Trump şerê terorê bike lê belê ligel Rûsya,Îran û gelek welatin din jî.
Berî niha Serokê nû yê Amerîkayê ragehandibû ku, ewê ne şerê Esed bike lê ewê şerê terorê li Iraq û Sûriyê bike.Trump gelek rexne li siyaseta Obama li Sûriyê dikir û bi siyaseteke nedurist binav dikir.