Dêrsimiyan li ber beykerê Seyd Riza mûm vêxistin

Rêberê Berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî, di 79'êmîn salvegera darvekirinê de hatin bibîranîn. Serokê Komeleya Elewiyan da xuyakirin, di komkujiya Dêrsimê de 50 hezaran zêdetir jin, zarok û pîr hatine kuştin û mêjiya wê demê niha jî berdewam dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêberê Berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî, di 79'êmîn salvegera darvekirinê de hatin bibîranîn. Serokê Komeleya Elewiyan da xuyakirin, di komkujiya Dêrsimê de 50 hezaran zêdetir jin, zarok û pîr hatine kuştin û mêjiya wê demê niha jî berdewam dike.

Li pêş peykerê Rêberê berxwedana Dêrsimê Seyîd Riza, berxwedêr û qarbaniyên komkujiya Dêrsimê bi merasîmek hatin bibîranîn. Beşdar li meydana Seyîd Riza civiyan, mûmik vêxistin. Di merasîmê de Hevşaredarê Dêrsimê Mihemed Alî Bul ku îro hat binçavkirin jî amade bû.

Serokê Komeleya Elewiyanya Demokratîk, Dursun Demîrtaş di merasîmê de axaftinek kir û got, ew berxwedêr û qurbaniyên Dêrsimê jibîr nakin û nadin jibîrkirin. Demîrtaş got jî: "79 sal berê, li Meydana Genimê ya Xarpêtê Seyîd Riza tevî 6 hevalên xwe 15'ê mijdara 1937'ê hatin bidarve kirin. Dîroka Komar Tirkiyê bi komkujiyan tijî ye. ji Koçgirî heta Roboskê... Heman mêjî, heman kiryar in. DAIŞ jî berdewamiya vê mêjkê ye."

Demîrtaş xwest, arşîv û qurbaniyên Dêrsimê bên aşkerakirin ku, careke din qirkirin û sîtemkariyên wiha rû nedin. Êdî ne direw bila rastî derkevin meydanê û got: "Heta ku maf û hebûna kurdên elewî neyên qebûlkirin, Dêrsim bi ruhê Seyîd Riza têkoşîna xwe dê berdewam bike. Seyîd Riza di dema darvekirinê de got, Min dekûdolabên wê fêm nekirin. Ew ji min re bû derd. Lê min jî hemberê we çok nedanî, bila ew jî ji we re bibe derd. Ev gotin hêj ronahiya dîrok û roja me ne."

Di komkujiya Dêrsimê de bi firokeyan gazên jehrî hatin bikaranîn. Jin, zarok û extiyar 50 hezarê zêdetir kes hatin kuştin û bi dehezaran jî hatin sirgunkirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, beriya çend salan binavê dewletê ji ber komkujiyê lêborîn xwest.

Pispor û dîroknas didin zanîn, Xelkê Dêrsimê, hem Kurd, hem Elewî û hem jî berxwedêr bûn ku li ba Komara Tirkiyê her yek ji wan sedemeke fermana qirkirinê bû.