Li Ezazê teqîn: 25 kuştî

Li bajarê Ezazê teqînek li nêzîkî baregeha Tevgera Nûredîn Zenkê rû da, di encamê de 25 kesan canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Ezazê teqînek li nêzîkî baregeha Tevgera Nûredîn Zenkê rû da, di encamê de 25 kesan canê xwe jidest dan.

Medyayên Sûrî yên navxweyî belav kirin, berî bîstekê li bajarê Ezazê ya li bakurê Helebê otombîleke bombebarkirî li nêzîkî baregeha Tevgera Nûredîn Zenkê teqiya, di encamê de 25 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek mezin birîndar bûn.

Herwiha ragihandin, di nava kuştiyan de zarok jî hene û rewşa gelek birndaran giran in û tê pêşbînîkirin ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Roja 13 Mijdarê jî li nêzîkî geraca Ezazê otombîleke bombebarkirî teqiyabû, di encamê de 2 kesan canê xwe jidest dabûn.