Rûsya: Me 3 serkirdeyên Fetih El-Şamê kuştin
Rûsyayê ragihand, wan 3 serkirdeyên Fetih El-Şamê li bajarê Idilbê kuştine.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsyayê ragihand, wan 3 serkirdeyên Fetih El-Şamê li bajarê Idilbê kuştine.
Berdevkê Wezareta Bergîriyê ya Rusyayê General Îgor Konaşînkov ragihand, di encama êrîşên asmanî yên firokeyên wan li ser baregehên Fetih El-Şamê li derdora parêzgeha Idilbê de, wan zêdetir ji 3 serkirdeyên Fetih El-Şamê kuştine, di nava wan de serkird jî hene.
Konaşînkov diyar kir jî, ev êrîş ji aliyê firokeyên SU 33 ku ji barhilgira firokeyan Admiral Kuznetsov hatiye encam dan.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov aşkere kiribû ,ku di encama êrîşên firokeyan de li ser nexweşxane û navendên xwînê li rojhilatê Helebê 32 kes hatine kuştin di nav wan de zarok jî hene.