6 kes ji ber hilweşîna kanzaya sifirê hatin biçavkirin
Piştî hilweşîna kanzaya sifirê ya Şêrwan a Sêrtê xebatên lêgerîn û rizgarkirina xebatkarên ku binê axê de mane berdewam in. Li gel vê yekê Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê jî di derbarê bûyerê de biryara binçavkirina 7 kesan da.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ji ber îddayên îhmalê li ser hilweşîna kanzaya sifirê lêpirsînê didomîne û di çarçoveya lêpirsînê de jî biryara binçavkirina 7 kesan hate dayîn.
Ji van 7 kesan heta niha 6 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Di nava van kesan de, gerînendeyê qadê yê kanzayê, pisporên ewlekariya kar û berpirsiyarên kompaniyê jî hene.
Li gel vê yekê jî hejmara cenazeyên xebatkarên ku ji bin axê hatine derxistin bû 5 û hîn jî 11 xebatkar di binê axê de ne.