Muelim: HSD nikare Reqayê kontrol bike

Wezîrê Derve yê Sûriyê derbarê operasyona Reqayê de got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nikarin Reqayê rizgar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Sûriyê derbarê operasyona Reqayê de got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nikarin Reqayê rizgar bikin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim îro di konferanseke rojnemevanî de li Şamê derbarê operasyona rizgarkirina Reqayê de got, ku Amerîka     Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) ji bo qunaxa dorpêçkirina Reqayê bikar tîne û digel Tirkiyê jî derbarê pêşeroja Reqayê rêkeftiye.

Herwiha Muelim got, ne HSD dikare Reqayê kontrol bike û ne jî wê Tirkiyê bikare.

Muelim derbarê hebûna hêza Tirkiyê li bakurê Sûriyê de got, ku ew destêwerdana Tirkiyê  qebûl nakin û qet nahêlin ti hêzeke biyanî li ser erdê Sûriyê bimîne.

Wezîrê Derve yê Sûriyê aşkere kir ku, Nûnerê YN yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura pêşniyarek pêşkêşî Sûriyê kiriye, ku herêmeke rêveberiya xweser li rojhilatê Helebê li deverên di bin desthilata HSDê de were avakirin.

Li gor Moelim, ku Şamê ew pêşniyara De Mistura red kiriye, ji ber ku avakirina devereke rêveberiya xweser li ser xaka Sûriyê, binpêkirina serweriya Sûriyê ye û xelatkirina terorê ye.