Artêşa Tirkiyê: 17 bingehên DAÎŞê û 4ên YPG hatin wêrankirin
Di çarçoveya Operasyona Mertala Feratê de.
K24-Navenda Nûçeyan
Sererkaniya Tirkiyê ragihand ku, 17 bingehên DAÎŞê û 4 bingehên YPGyê hatine tinekirin.
Sererkaniya Tirkiyê bi daxûyaniyek nivîskî da zanîn ku, di çarçoveya operasyona Cerablûsê de hêzên wan ji dûh heta îro, li bakûr û rojavayê El Babê operasyonên asimanî pêk anîne, di encam de 17 bingehên DAÎŞê xistine.
Herwiha li dijî YPGê jî operasyona asimanî pêk hatiye û 4 bingehên YPGê hatine wêrankirin.