Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê Helebê dicive

Berî niha her yek ji welatê Misr, Niyozelanda û Ispanya pirojebiryareke hevbeş pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kirbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Biryare Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê rewşa Sûriyê bigiştî û ya bajarê Helebê bi taybetî û kêmbûna derbaskirina alîkariyên mirovî bicive.

Îro, Encûmena Asayîşa Navdewletî bi armanca guhdarkirina rapora mehan e ya Wekîlê Emîndarê Giştî bo karûbarên Mirovî Stîvin Obriyen derbarê rewşa mirovî li Sûriyê dicive, di wê civînê de biryare rewşa mirovî ya bajarê Helebê were gotûbêjkirin.

Di civînê de Obriyen dê behsa bandora topbarankirina firokeyên Rûsya û rejîma Helebê li ser rewşa mirovî bike, herwiha ew civîn wê girtî be.

Berî niha her yek ji welatê Misr, Niyozelanda û Ispanya pirojebiryareke hevbeş pêşkêşî Encûmena Asayîşa Navdewletî kirbûn, tê de daxwaza agirbesteke 10 rojan li Helebê kirbûn, her wiha rewastandina hemû dîmenên şer li sernaserî Sûriyê li gor biryara 2268.

Ev demeke navçeyên rojhelatê Helebê bi awayeke tûnd ji aliyê firokeyên rejîma Sûriyê û Rûsyayê têne bombebarankirin.