Obama:Ez bo paşeroja Sûriyê ne geşbîn im

Herwiha diyar kir ku, li cem Esed ne giringe welatê wî wêran bibe û gelê wî koçber bibe ya giring li cem wî desthelatê de bimîne.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê Barak Obama derbarê çareserkirina kirîza Sûriyê ragehand ku, ew negeşbîne kirîz wî welatî di demeke nêzîk de çareser bibe.

Derbarê vê yekê Serokê Amerîkayê Barak Obama piştî bi dawîbûna lûtkeya aborî ya welatên Asya û deryaya Hadî daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, ew derbarê kirîza Sûriyê û çareserkirina wê ne geşbîne.

Obama da zanîn ku, wî dilgiraniya xwe derbarê rijandina xwînê li Sûriyê ji Serokê Rûsyayê Veledîr Putîn re nîşan daye û daxwaz jê kiriye ku, ew şer were rawestandin.

Obama aşkere kir ku, êdî bi zehmete çekdarên Opozîsyonê li ber xwe bidin û navçeyên xwe biparêzin piştî piştevaniya Rûsya û Îran ji rejîma Sûriyê re.

Herwiha diyar kir ku, li cem Esed ne giringe welatê wî wêran bibe û gelê wî koçber bibe ya giring li cem wî desthelatê de bimîne.